Girtina sêymîn welatiyê xelkê Pîranşarê

06 September 2024 00:35

Hengaw; Înê 6ê Îlona 2024an

Bi girtina welatiyekî din ê xelkê Pîranşarê yê bi navê Elî Husênpûr ji aliyê saziyên ewlehî ve di devedevê kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de, hejmara girtiyan giha bi 3 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 5ê Îlona 2024an, Elî Husênpûr ê welatiyê Kurd û xelkê gundê Çiyane yê girtêdayî bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cîhekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî demjimêr 3ê sibêdehê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşê ser mala navbirî kirine û bi awayekî hovane û bi zorê navbirî binçav kirine.

Hevdem Silêman Çopanî û direngiya şeva Çarşemî jî Seidun Şerîfî ji li aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin