Duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî; Girtina Wahîd Ebûbekrî li Pîranşarê

06 September 2024 14:41


Hengaw; Înê 6ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, welatiyekî dinê yê Kurd û xelkê Pîranşarê yê bi navê Wahîd Ebûbekrî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 5ê Îlona 2024an, Wahîd Ebûbekrî yê temen 27 salî yê xelkê gundê "Kendirê" yê ser bi Pîranşarê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê demjimêr 1ê sibêdehê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser ser mala Wahîd Ebûbekrî û bi çêkirina rewşeke tirsandinê navbirî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast debarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin