Diyako Ezîzî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Şinoyê hate girtin

04 September 2024 17:25

Hengaw; Çarşemî 4ê Îlona 2024an

Diyako Ezîzî ji çalakvanê sivîl ê bajarê Şinoyê bi êrîşa hêzên ewlehî û bi awayekî hovane hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 1ê sibêdeha roja Çarşemî 4ê Îlona 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bi êrîşkirin bo ser mala Diyako Ezîzî yê temen 34 salî û ji çalakvanê sivîl ê xelkê bajarê Şinoyê li gundê "Babxalavî" li 15 kîlometreya Şinoyê bi awayekî tundûtîjî navbirî binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Ezîzî, hêzên Îtilaata Spahê di dema binçavkirina Diyako Ezîzî de bi tundî li vî çalakvanê Kurd û malbata wî xistine û herwiha bêrêzî bi wan hatiye kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û herwisa cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malabata wî di vê derbarê de bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin