Erselan Suhrabî, mehek piştî azadiyê dîsan hate girtin

06 September 2024 23:21

Hengaw; Înê 6ê Îlona 2024an

Erselan Suhrabî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, Havîna îsal piştî 6 sal û du meh ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan û dîsan piştî gazîkirin bo Îtilaata Urmiyê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an, Erselan Suhrabî yê girtiyê siyasî yê temen 50 salî û xelkê bajarê Mehabadê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Urmiyê hate girtin û bo beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.


Girtina dubare ya navbirî di demekê de ye ku sizayê heta hetayî yê vî girtiyê Kurd bi fermana ji nişkê ve yê Dadstaniya Leşkerî ya Tehranê hatibû ragirtin û ev girtiyê hanê roja Înî 5ê Tîrmeha 2024an, ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Erselan Suhrabî roja 12 Adara 2024an, piştî 5 sal û 10 meh û 19 roj bo mirexesiyê hatibû serdana malbatê.

Erselan Suhrabî li navîna Havîna 2018an, ji aliyê Taya 33 a Dadseraya Leşkerî ya Urmiyê ve bi tohmeta sîxurîkirin bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi darvekirinê hatibû sizadan ku piştre pêka madeya 20 a Komîsiyona Efû û Lêboherînê, sizayê navbirî bo girtîgeha heta hetayî hatibû kêmkirin.

Erselan Suhrabî roja Duşemî 23ê Nîsana 2018an, di demekê de ku endamê Spaha Pasdaran bû û bo encamadana erkekê çûbû bajarê Şinoyê, bi tohmeta hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin