Dîwandere; Aliyê kêm çar welatiyên Kurd hatine girtin

08 September 2024 13:24

Hengaw; Yekşemî 8ê Îlona 2024an

Bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” û li berdewamiya pêla berfireh a girtina welatiyên Kurd ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, herî kêm 4 welatiyên Kurd ên xelkê Dîwanderê yên bi navên “Newîd Şerîfî, Ferhad Qemerî, Mihemed Emînî û Fuad Muradî” hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Yekşemî 8ê Îlona 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran yên cihgir li bajarê Dîwanderê bi awayekî berfireh dest avêtine bi girtina welatiyan û heta niha nasnameya çar welatiyên hatinî girtin yên bi navên Mihemed Emînî yê 39 salî û Newîd Şerîfî herdu xelkê gundê “Kanî Sipî”, Ferhad Qemerî yê xelkê gundê “Kutek” û Fuad Muradî yê xelkê gundê “Kêle Kewe” hatiye eşkerekirin.

Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, ev çar welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî ji aliyên hêzên Îtilaata Spaha Psadaran ve hatine girtin û malên wan jî, ji aliyê van hêzan ve hatine vekolînkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyeke serast derbarê girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin