Dîwandere; Çar welatiyên dinê yên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

17 September 2024 20:58

Hengaw; Sêşemî 17ê Îlona 2024an

Çar welatiyên dinê yên Kurd ên xelkê Dîwanderê yên bi navê Selah Fethî, Amanc Ehmedî, Manî Mihemedî û Pûya (paşnavê wî nediyar e) ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Hejmara girtiyên vî bajarî giha bi 14 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 16ê Îlona 2024an, Amanc Ehmedî û Pûya (paşnavê wî nediyar e) herdu xelkê gundê "Reşîdava" yê ser bi bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. 

Ji aliyekê dinê ve, roja Sêşemî 17ê Îlonê jî, Manî Mihemedî yê xelkê gundê "Tewrîzxatûn" û Selah Fethî yê xelkê gundê "Reşîdava" ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên wan çar welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina wan çar welatiyan heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî van çar weltiyên Kurd hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wan li ber dest nîne.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyema du hefteyên borî de û hevdem digel salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, aliyê kêm 14 welatiyên Kurd li Dîwanderê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin