Girtina Maziyar Muradî û Pêdram Mehmûdî li Dîwanderê/ 8 welatî di hefteya borî de hatine girtin

14 September 2024 21:45

Hengaw; Şemî 14ê Îlona 2024an

Bi binçavkirina Maziyar Muradî û Pêdram Mehmûdî du welatiyên Kurd û xelkê Dîwanderê, hejmara welatiyên vî bajarî ku bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin giha bi heşt kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 13ê Îlona 2024an, Maziyar Muradî yê werzişvanê ciwan ê temen 26 salî û Pêdram Mehmûdî yê temen 25 salî û herdu xelkê Dîwanderê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata wan du welatiyan, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî li ser rêya Sahilî ya Dîwanderê û li dema vegerîn ji cihê karên xwe binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wan welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyema hefteya borî de aliyê kêm 8 welatiyên Kurd li Dîwanderê û bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emîjî ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin