Kolberek li Banê hate birîndarkirin

08 September 2024 21:25

Hengaw; Yekşemî 8ê Îlona 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê Dîwanderê yê bi navê Emîr Ehmedî, di dema kolberiyê de li ser sînorê “Hengejale” yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Îlona 2024an, Emîr Ehmedî yê 23 salî û xelkê Dîwanderê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê yên cihgir li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Emîr Ehmedî piştî vê ku bi teqeya van hêzan hatibû birîndarkirin, ji ber dijwariya birînên xwe bo nexweşxaneyê hatiye veguastin.


Di vî warî de zêde bixwînin