Girtiyekî Kurd ê xelkê Kengawerê li Hemedanê hate darvekirin

01 September 2024 21:35

Hengaw; Yekşemî 1ê Îlona 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê bajarê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê “Sabir Cemalî” ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwend)ê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 1ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Sabir Cemalî û 29 salî li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate cîbicîkirin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, Sabir Cemalî çend sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û paşê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî yên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin