Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mardîn Dêhqanî yê temen 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve

09 September 2024 12:07

Hengaw; Duşemî 9ê Îlon 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û bi hilketa duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, Mardîn Dêhqanî yê temen 17 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û piştî derbasbûna sê roj ji binçavkirinê qedera wî hê jî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 7ê Îlona 2024an, hêzên îdareya Îtilaata Merîwanê bi êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Mardîn Dêhqanî yê nûciwanê temen 17 salî navbirî binçav kirin û piştre bo cihekî nexuya veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Mardîn Dêhqan bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtijî hatiye girtin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin