Birêveçûna sizayê darvekirina 6 girtî ji wan 4 Belûç û hevwelatiyek Efxanistanî

09 September 2024 13:16

Hengaw; Duşemî 9ê Îlona 2024an

Şeş girtî ku pêkhatine ji çar girtiyên Belûç, girtiyek Sîstanî û girtiyek Efxanî ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta madên hişber hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê yê navenda Sîstan û Belûçistanê hatine darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 9ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina çar girtî yên bi navên Seîd Hesenzehî yê 30 salî û girtiyek bi paşnavê “Rûdînî” herdu xelkê Zahidanê, Ferzad Sencûlî yê 29 salî û xelkê Zabolê û Nûrmihemed Nûrî (Nûrzehî) yê xelkê wîlayeta Nîmrûz a Efxanistanê, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate cîbicîkirin.

Pêka malpera “Halweş”ê ku nûçeyên Sîstan û Belûçistanê diweşîne, sizayê darvekirina du girtiyên din ên Belûç ku nasnameya wan di halê lêkolînê de ye, bi rê ve çûye.

Seîd Hesenzehî û Nûrmihemed Nûrî, çar sal beriya niha di dosyeyeke hevpar de hatibûne girtin û piştre bi darvekirinê hatibûne sizadan. Du girtiyên dinê jî bi heman tohmetê çar sal beriya niha hatibûne girtin.

Ev şeş girtiyane roja borî bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Zahidanê hatibûne veguhastin û dawî hevdîtin digel malbata xwe encam dabûn.

Nûçeya van şeş giriyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin