Girtina pêncemîn welatî li bajarê Dîwanderê, Muzefer Darayî hate girtin

09 September 2024 14:22

Hengaw; Duşemî 9ê Îlona 2024an

Bi binçavkirina welatiyekî dinê yê xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê Muzefer Darayî, hejmara kesên ku li vî bajarî di devedevê duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de hatine binçavkirin giha bi 5 kesan. Berî niha Hengawê nûçeya binçavkirina 4 welatiyên dinê yên bi navên Mihemed Emînî, Newîd Şerîfî, Ferhad Qemerî û Fuad Muradî belav kiribû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 8ê Îlona 2024an, hêzên Îtilaata Spahê bi êrîşkirin bo ser mala Muzefer Darayî navbirî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spahê demjimêr 11ê sibehê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî Muzefer Darayî binçav kirin û piştre mala malabatî ya navbirî jî vekolîn kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne. 

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja borî nûçeya binçavkirina çar welatiyên dinê yên xelkê Dîwanderê yên bi navê Mihemed Emînî yê 39 salî û Newîd Şerîfî herdu xelkê gundê “Kanî Sipî”, Ferhad Qemerî yê xelkê gundê “Kutek” û Fuad Muradî yê xelkê gundê “Kêle Kewe” ji aliyê hêzên ewlehî ve bilav kiribû.


Di vî warî de zêde bixwînin