Pîranşar; Ebdulah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend hatine girtin

09 September 2024 20:28

Hengaw; Duşemî 9ê Îlona 2024an

Ebdulah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend, du birayên kêmendam ên xelkê bajarê Pîranşarê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo birêvebirina sizayê şeş sal û 7 meh girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha Nexedê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Îlona 2024an, du birayên kêmendam û di halê dermankirinê de ên xelkê Pîranşarê yên bi navên Ebdulah Qenberîwend ê temen 51 salî û Mehmûd Qenberîwend ê temen 48 salî ji bo birêvebirina sizayê şeş sal û 7 meh girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mehmûd Qenberîwend çend roj beriya wê ku bo girtîgeha Nexedê were veguhastin ji ber îltihabeke zêde li cihê lingê wî yê rastê yê hatî jêkirin li nexweşxaneya Îmam a Pîranşarê hatibû razandin. Ebdulah Qenberîwend jî nexweşiya zexta xwînê heye.

Ev du welatiyên Kurd bi tohmeta "endametî li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 36 meh girtîgehê û bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi sê sal û 7 meh girtîgehê û bi giştî bi 6 sal û 7 meh girtîgehê hatine sizadan ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran sê sal û 7 meh bo her yek ji wan dê were cîbicîkirin û yek li ser sê ya vê sizayê bo heyama çar salan hatiye ragirtin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev du welatiyên Kurd berê bi tohmeta çêkirin koktêl molotofê û çekên destçêkirî hatibûne girtin û bi girtîgehê hatibûne sizadan, lê ji ber ku ti belge û argomêntek ji bo îsbatkirina van tohmetan nebûn, sizayê hatibû dayînê hate redkirin, lê di dawiyê de ji ber tohmetên dinê yên weke "hewldan li dijî ewlehiya netewî û endametî li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi şeş sal û 7 meh girtîgehê hatine sizadan û ji bo birêvebirina vê sizayê hatine girtin.

Li gorî sizayê ku di rêkefta 14ê Gulana 2023an de, bi awayekî fermî bi wan re hatiye ragihandin, Ebdulah Qenberîwend ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer Riza Qehremanî Saetlû bi tohmeta "beşdarîkirin di çêkirina koktêl molotofan de" bi 6 meh sizayê girtîgehê û valakirina 2 milyon Riyal sizayê nexdî hatibû sizadan.

Herwiha Mehmûd Qenberîwend ji aliyê heman dadgehê ve bi tohmeta "serpereştîkirin di çêkirina çekeke saçmeyî de" bi 15 meh û rojek girtîgehê, bi tohmeta "serpereştîkirin di çêkirina du çekên destçêkirî yên şer de" bi 7 sal û 6 meh û rojek sizayê girtîgehê, bi tohmeta " serpereştîkirin û ragirtina sê gulleyên şer" bi sê sal û şeş meh û rojek girtîgehê, bi tohmeta " serpereştîkirin di çêkirina 20 koktêl molotofên destçêkirî de" bi 15 meh û rojek girtîgehê hatibû sizadan ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran 7 sal û 6 meh û rojek girtîgeh ji bo navbirî dê were cîbicîkirin û bi 4 sal girtîgehê hate kêmkirin û yek li ser duyê vê sizayê hate ragirtin.

Ev du welatiyên Kurd, roja 18ê Çileya 2023an, li Pîranşarê di encama êrîşa nêzî 25 kes ji hêzên hikûmetê bo ser mala malbatî ya wan de, li bajarê Pîranşarê hatine girtin û bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê û piştre bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin. Van hêzan ji bilî çêkiria rewşeke tirsandinê herwiha dest danîne ser telefonên endamên malbata van herdu welatiyan de jî.

Ebdulah û Mehmûd Qenberîwend di dema lêpirsînê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî îşkenceyên dijwar hatibûn û bi danîna barimteya 15 milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin