Sewlava; Raşid Edwayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

09 September 2024 21:30

Hengaw; Duşemî 9ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, welatiyekî Kurd û xelkê Sewlavayê yê bi navê Raşid Edwayî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Duşemî 9ê Îlona 2024an, Raşid Edwayî yê xelkê gundê "Silên" ê ser bi Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd li derheq agehdrabûn ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin