Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Miyanduavê

09 September 2024 22:28

Hengaw; Duşemî 9ê Îlona 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Feyzulah Husênpûr ê xelkê Sayînqelayê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Miyanduavê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 9ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina Feyzulah Husênpûr, bavê sê zarokan ê xelkê gundê "Çiraxewal" ê girêdayî Sayînqelayê û rûniştiyê bajarê Bokanê, li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd pênc sal berî niha di dema şer û pevçûnekê de û bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. Navbirî roja borî dawî hevdîtin digel malbata xwe kiribû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin