Rapora giştî; Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Miyanduavê

10 September 2024 13:13

Hengaw; Sêşemî 10ê Îlona 2024an

Du girtiyên Kurd ên xelkê Sayînqelayê yên bi navê Silêman Qehrimanî û Feyzulah Husênpûr ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Miyanduavê hatine darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 9ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Silêman Qehremanî û Feyzulah Husênpûr, li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate cîbicîkirin. Ev du girtiyên Kurd roja Şemî bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin.

Feyzulah Husênpûr, bavê sê zarokan ê xelkê gundê "Çiraxewal" û Silêman Qehremanî yê xelkê gundê "Hesen Lolan" her du pênc sal berî niha di dosyeyên cuda de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van du girtiyêm Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin