Girtîgeha Êvînê; Raporek derheq rewşa Elî Elîşahî yê girtiyê siyasî yê Kurd

10 September 2024 19:17

Hengaw; Sêşemî 10ê Îlona 2024an

Elî (Diyar) Elîşahî, welatiyê Kurd ê xelkê Xurasana Rezewî, 587 roj in ku binçavkirî û heyama 5 sal sizayê bi ser de hatî sepandin li girtîgeha Êvînê derbas dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Elî Elîşahî yê welatiyê Kurd û xelkê Xurasanê ku niha di girtîgeha Êvînê de heyama sizayê bi ser de hatî sepandin derabs dike. Navbirî berî niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "vejîna zimanê Kurdî û pêşxistin zimanê dayîkê" bi girtîgehê hatibû sizadan û ji meha Şibata sala 2023an ve ji bo derbaskirina heyama sizayê bi ser de hatî sepandin hatibû girtin.

Diyar Elîşahî roja Înê 25ê Tîrmeha 2019an, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Tehranê hatibû girtin û 26 roj li benda “Elf” ya girtîgeha vê saziya ewlehî hatibû ragirtin û piştre bi danîna barimteyê û heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî di 17ê Hezîrana 2019an de, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Meqîse" bi tohmeta “çalakiyên bo vejandina zimanê kurdî û pêşxistina zimanê dayîkê” û “piştevanîkirin ji refrandoma Herêma Kurdistanê” bi 5 sal sizayê girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye piştî daxwaza pêdeçûnê di 10ê Tîrmeha 2019an de ji aliyê Taya 36 a Dadgeha Şoreşê ve wek xwe hate pesendkirin.

Ev welatiyê Kurd di 1ê Şibata 2023an de, ji bo cîbicîkiina sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û niha li vê girtîgehê di halê derbaskirina heyama sizayê bi ser de hatî sepandin de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin