Merîwan; Kamran Efserî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

11 September 2024 00:24

Hengaw; Sêşemî 10ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, Kamran Efserî yê welatiyê Kurd û xelkê gundê "Nê" yê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 10ê Îlona 2024an, Kamran Efserî, welatiyê temen 39 salî yê xelkê gundê "Nê" yê girêdayî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Efserî, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala malbatî ya vî welatiyê Kurd û navbirî bi awayekî tundûtîjî binçav kirine. Herwiha vê çavkaniyê gotiye ku yek ji kadirên îdareya Îtilaatê bi paşnavê "Yûsifzade" li dayika Kamran Efserî xistiye û bi qundaxa çekê li serê wê xistiye. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera Kamran Efserî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin