Girtina dubare ya welatiyekî Kurd li Sayînqelayê ji aliyê hêzên ewlehî ve

02 September 2024 14:08

Hengaw; Duşemî 2ê Îlona 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Sayînqelayê yê bi navê Nasir Muradî, îsal bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 31ê Tebaxa 2024an, Nasir Muradî, xelkê gundê "Qûzlûy Efşar" ê girêdayî bajarê Sayînqelayê ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Nasir Muradî, ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin û piştre bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Nasir Muradî, sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an jî, li gundê xwe hatibû girtin.

Girtina berê ya Nasir Muradî ji ber rêûresmên Newroza sala 2024an li Kurdistanê bûye û piştî midehekê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin