Sine; Gazîkirin û binçavkirina Umîd Rostempûr ê çalakvanê jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehî ve

11 September 2024 20:52

Hengaw; Çarşemî 11ê Îlona 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û hevdem bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, Umîd Rostempûr ji çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Sinê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an, Umîd Rostempûr ji çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê gundê "So" yê ser bi bajarê Sinê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. 

Hêjayî gotinê ye ku, Umîd Rostempûr ji bilî çalakiyên jîngehparêzî di warê mafê jinan û perwerdeya zimanê dayîkê de jî çalak bûye. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin