Girtîgeha Qizilhesarê; Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd hate cîbicîkirin

12 September 2024 18:17

Hengaw; Pêncşemî 12ê Îlona 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Secad Bendegî yê xelkê Hersînê yê girêdayî parêzgeha Kimaşanê, piştî çend demjimêran ku bo odeya takekesî hatibû veguhastin, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina Secad Bendegî yê temen 37 salî û xelkê Hersînê, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, sizayê darvekirina vî girtiyê Kurd piştî çend demjimêran ku bo odeya takekesî hatibû veguhastin hatiye cîbicîkirin. Hengawê duh nûçeya veguhastina vî girtiyê Kurd bo odeya takekesî belav kiribû. 

Secad Bendegî, 10 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin