Kirmaşan; Cewad Ezîzî ji çalakvanê mafê xanenişînan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

14 September 2024 12:12

Hengaw; Şemî 14ê Îlona 2024an

Cewad Ezîzî, welatiyê xanenişînkirî û ji çalakvanê mafê xanenişînan li Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 8ê Îlona 2024an, Cewad Ezîzî yê welatiyê xanenişînkirî yê rûniştiyê Kirmaşanê û ji çalakvanê mafê xanenişînan, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî di mala xwe de hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî tevî vekolînkirina mala navbirî dest bi ser kelûpelên navbirí yên şexsî wekî telefona wî de girtine.

Heta dema belavbûne vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî çalakvanê xanenişînkirî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin