Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Kirmaşanê

14 September 2024 12:46

Hengaw; Şemî 14ê Îlona 2024an

Di navîna hefetya borî de sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mistefa Feşî yê xelkê Kengawerê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qeset" bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 10ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mistefa Feşî yê temen 35 salî, bavê zarokekê û xelkê gundê "Feş" ê girêdayî Kengawerê li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke Hengawê, Mistefa Feşî 18 meh berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin