Raporek ji rewşa ewlehî ya Bilwanavayê piştî nerazîbûna welatiyan; Eşkerebûna nasnameya çend neraziyên girtî

02 September 2024 17:11

Hengaw; Duşemî 2ê Îlona 2024an

Şeva borî piştî sê roj ji kombûna nerazîbûnê ya xelkê bajarê Bilwanava yê ser bi Dêwulanê derheq hatinûçûna maşînên giran ên kanan û wêrankirina rêyan, di dawiyê de hejmarek ji xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehî û hêzên Yekîneya Taybet ve hatin girtin û hejmarek jî rastî lêdan û kutanê hatin. Navê kesên hatinî girtin bi Cemîl Mihemedî, Kişawerz, Şadiman Mihemedî, Mu`elim, Fuad Mihemedî ji endamê Şêwreya Bolwanavayê, Mihemed Mihemedî, Meysem Hacî Mecîd, kesek bi navê Semîr (paşnavê wî nediyar e) û du welatiyên dinê bi paşnavê “Bagirî” hatiye zanîn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 1ê Îlona 2024an, çend welatiyên xelkê Bilwanavayê yên bi navên Cemîl Mihemedî, Kişawerz, Şadiman Mihemedî, Mu`elim, Fuad Mihemedî ji endamê Şêwreya Bolwanavayê, Mihemed Mihemedî, Meysem Hacî Mecîd, kesek bi navê Semîr û herwisa du kes ji welatiyên xelkê gundê Sêrinciyanê yên bi paşnavê “Bagirî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniya Hengawê ji Bilwanavayê, welatiyên hatinî girtin ku hejmara wan zêdetirî 20 kesan e, sibêdeha îro 2ê Îlonê, ji binkeya leşkerî ya hêzên Întizamî ya Bilwanavaya Dêwulanê bo girtîgeha navendî ya Qurwê hatine veguhastin.

Di vê navberê de, zêdetirî 10 welatiyên nerazî di xwenîşandana şeva borî de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî rastî lêdan û kutanê hatine ku rewşa hinek ji wan gelek xirab e.

Ev welatiyane dibêjin, piştî ku sozên berpirsên saziyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo rêgirtin ji hatinûçûna maşînên giran yên kanên hesin nehatine cîbicîkirin, şeva borî careke din ev maşînane ji Bilwanavayê ber bi Dêwulanê ve çûne ku bi hewla xelkê hatine rawestandin.

Pêka gotina xelkê, Serokê Kana Meymûnavayê ku kesek bi navê “Sarîxanî” û xelkê Îsfehanê ye, gef ji xelkê xwariye û gotiye: “Ez ê tevahiya Bilwanavayê bikirim û xelkê nerazî hejar bikim”.

Şahidhal dibêjin, ji şeva borî ve dibistana Bilwanavayê bûye cihê man û kombûna hêzên Yekîneya Taybet û ji bo demeke nexuya li wir hatine cihgirkirin.

Êrîşa hêzên ewlehî bo ser xwenîşanderan di demekê de hatiye encamdan ku 2 maşînên giran ên veguhestina kanên hesin ên kana Meymûnavayê hatine şewitandin û pêka gotina xelkê Bilwanavayê ev yeka “hewal birêxistinkirî” ya xwedanên kanan û kesên derdora wan bûye da ku rêyekê peyda bikin bo serkutkirina xelkê nerazî.


Di vî warî de zêde bixwînin