Husên Fetahî, welatiyê xelkê Giyelanê hate girtin

19 September 2024 14:36

Hengaw; Pêncşemî 19ê Îlona 2024an

Welatiyekî Kurd û xelkê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Husên Fetahî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 19ê Îlona 2024an, Husên Fetahî yê temen 35 salî, welatiyê Kurd û xelkê Giyelanê li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hate girtin.

Hengaw agehdar bûye ku, ev welatiyê Kurd piştî belavkirina vîdyoyeke rexneyî li ser rûpela xwe ya Instagramê, ku tê de behsa rewşa bêkarî û “destbiserdegirtina kanên komirî yên Giyelan”ê ji aliyê girûpek diyarîkirî ve kiribû, hatiye girtin. 

Hêjayî gotinê ye ku, Husên Fetahî yê xelkê Giyelanê ji bilî çalakiyên werzişî û hunerî li warê xêrxwazî û hevkarîkirin bi xelkê hejar re  jî çalak bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin