Girtina dubare ya Tahir Ketanî li Mehabadê
Hengaw; Înê 20ê Îlona 2024an
Tahir Ketanî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ku du sal beriya niha hatibû girtin, carek din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Îlona 2024an, Tahir Ketanî yê welatiyê 45 salî û xelkê gundê “Lec” yê ser bi Mehabadê, bi êrîşa hêzên Spaha Pasdaran bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniya Hengawê, hêzên ewlehî demjimêrên destpêkî yên sibêdehê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala vî welatiyê Kurd kirine û navbirî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê girtin, tohmetên hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa navbirî ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, Tahir Ketanî roja Şemî 16ê Tîrmeha 2022an jî, digel Emîr Babolî yê xelkê heman gundê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibûne girtin û piştî 9 meh binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibûne berdan. Hengaw hatiye agehdarkirin ku hêzên Îtilaata Spahê îro êrîşî ser mala Emîr Babolî jî kiribûn, lê serkeftî nebibûn ku navbirî binçav bikin.