Kolberekî ciwan ji ber qutbûna demaran bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî piştî 18 mehan jiyana xwe ji dest da

21 September 2024 21:49

Hengaw; Şemî 21ê Îlona 2024an 

Ferdîn Rostemnijad, kolberê xelkê Paweyê ku berê di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî, rastî qutbûna demar hatibû, piştî 18 mehan ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da. 
  
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Îlona 2024an, Ferdîn Rostemnijad ê kolberê 34 salî û xelkê bajarê Pawê, ku derdorê 18 meh berî niha di dema kolberiyê de bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî birîndar bibû, di encamê de piştî çend mehan razandin di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.  
 
Roja Duşemî 27ê Şibata 2023an, Ferdîn Rostamnijad ji mewdayek nêzîk ve û ji aliyê zik ve rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê “Keleber” ê ser bi Newsûda Pawê hatibû. Piştî wê ku gulle bi zikê wî ketibû ji aliyê maziyên pişta wî re debas bibû, midehekê li nexweşxaneya Taliganî ya Kirmaşanê hatibû razandin. 
 

Hêjayî gotinê ye ku, Ferdîn Rostamnijad xîzandar û bavê zarokekê bû.


Di vî warî de zêde bixwînin