Bokan; Hetaw Ekremî bi 8 meh girtîgehê hate sizadan

02 September 2024 23:46

Hengaw; Duşemî 2ê Îlona 2024an

Hataw Ekramî, welatiya Kurd a xelka bajarê Tîkabê û ji endama malbatên dadxwaz ku rûniştiya bajarê Bokanê ye, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 8 meh girtîgehê hate sizadan.  Îdareya Îtilaatê tevî dijayetiykirin bi vê sizayê hatî dayîn dosyeya navbirî bo Dadgeha Şoreş a Urmiyê şandiniye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, vê dawiyê Hetaw Ekremî, welatiya temen 42 salî û rûniştiya bajarê Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Ddageha Keyferî ya vî bajarî ve bi tohmeta "hevkarîkirin digel partiyeke Kurdistanî ya opozîsyona hikûmetê" 8 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin. Ev sizaye bi valakirina sizayê nexdî hate guherîn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Ekremî, îdareya Îtilaata Bokanê tevî dijayetîkirin bi vê sizayê hatî dayîn ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ve, dosyeya navbirî ji bo pêdeçûnê bo Dageha Şoreş a Urmiyê şandiye.

Hetaw Ekramî, dotmama Mêhran Ekramî ji canjidestdayiyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” di 30ê Gulana 2024an de, bi êrîşa hêzên Îtilaata Urmiyê bo ser mala wê li gundê "Îngîce" yê ser bi Bokanê, bi awayekî hovane hatibû girtin.

Ev welatiya Kurd piştî derbaskirina 25 roj ji binçavkirinê, roja 24ê Hezîrana 2024an bi danîna barimteya 6 milyard Tumenî ji girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin