Sine; Raporek li ser girtin û nexuyabûna çarenivîsa jin û mêrekî ciwan

24 September 2024 12:36

Hengaw; Sêşemî 24ê Îlona 2024an

Jin û mêrekî ciwan ên Kurd ên bi navê Mêhran Mehmûdiyan ê xelkê Seqizê û Peresto Ehmedî ya xelka Merîwanê ku ducanî ye jî, ji destpêka Bihara îsal ve ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mêhran Mehmûdiyan ê temen 32 salî û xelkê bajarê Seqizê digel hevjîna xwe ya ducanî ya bi navê Peresto Ehmedî ya temen 27 salî, pênc meh berî niha ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li nêzî bajarê Seqizê hatine girtin û tevî ducanîbûna Peresto Ehmedî herwiha ji mafê wergirtina tedawiyên pizîşkî hatiye bêparkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, ev jin û mêrên ciwan ku berê niha bo çend salan li Herêma Kurdistana Iraqê dijiyan û 5 meh berî niha dema ku diçûne Tirkiyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûn girtin û ji vê demê ve ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatine bêparkirin.

Mêhran Mehmûdiyan niha di benda siyasî ya girtîgeha navendî ya Sinê de ye û Peresto Ehmedî jî li benda jinan a vê girtîgehê ye ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi (Navenda Çaksazî û Perwerdekirinê) hatiye binavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin