Urmiye; Girtina sê endamên malbateke Kurd ji wan du jin ji aliyê hêzên hikûmetê ve

20 December 2025 13:25

Hengaw; Şemî 19ê Kanûna 2025an

Sofî Rustemî, Zeyneb Resûlpûr û Şîlan Rustemî, welatiyên Kurd û ji endamên malbatekê ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Urmiyê bi awayekî hovane hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an, Sofî Rustemî, 60 salî û xelkê Bayinganê yê ser bi bajarê Pawê, hevjîna wî ya bi navê Zeyneb Resûlpûr a 49 salî û xelka bajarê Bokanê û Şîlan Rustemî keça wan a temen 23 salî di mala xwe de li Urmiyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatine girtin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev her sê welatiyên Kurd derdora demjimêr 5ê êvarî û di encama êrîşa hêzên hikûmetê bo ser mala wan de û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Zeyneb Yûsifpûr, xwîşka Fetah Yûsifpûr e, ku roja Sêşemî 28ê Cotmeha 2025an, di encama êrîşa hêzên Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê de bo ser mala wê û tevî tirsandinê hatibû girtin. Navbirî piştî bîst rojan ji binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Heta dema blavbûna vê raporê, ji sedemên girtin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne û li peyketinên malbata wan di vê derbarê de bê emcam mane.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin