Birîndarbûna du kolberên xelkê Bokanê li ser sînorê Banê

24 September 2024 19:11

Hengaw; Sêşemî 24ê Îlona 2024an

Du kolberên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Kemal Mehmûdî û Şukrulah (paşnavê wî nediyar e) di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Îlona 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê “Hengejale” yê girêdayî bajarê Banê, hejmarek kolberên Kurd dane ber gulleyan û aliyê kêm du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Kemal Mehmûdî yê 40 salî û Şukrulah yê 42 salî hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du kolberên Kurd ji bo tedawiyên pizîşkî bo yek ji navendên dermanî li bajarê Banê hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin