Birêveçûna sizayê darvkirina girtiyekî xelkê Malayirê li Hemedanê

25 September 2024 10:55

Hengaw; Çarşemî 25ê Îlona 2024an

Girtiyekî Kurd ê xelkê "Melayir"a Hemedanê yê bi navê Melekhusên Terkaşwend ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibê sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Melekhusên Terkaşwend ê xelkê bajarê Melayirê li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd ku bavê keçekê ye, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin