Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd di girtîgeha Dizilavaya Kirmaşanê de

26 September 2024 12:18

Hengaw; Pêncşemî 26ê Îlona 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê “Cehanbexş Mehmûdî”, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “kuştina bi qest” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Dizilava ya Kirmaşanê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina Cehanbexş Mehmûdî yê xelkê bajarê Bîsitûnê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dizilavaya Kirmaşanê) hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniya Hengawê, ev girtiyê Kurd du sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin