Mehabad; Mihmedriza Qeyteranî ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

26 September 2024 13:59

Hengaw; Pêncşemî 26ê Îlona 2024an

Mihemdriza Qeyteranî, ciwanê xelkê bajarê Mehabadê û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" li vî bajarî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş meh girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Mihemedriza Qeyteranî yê temen 22 salî û xelkê Mehabadê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer "Dostî" bi tohmeta "hevkarî digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi şeş meh girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hate sizadan. Sizayê bi ser de hatî sepandin roja Sêşemî 24ê Îloan 2024an bi navbirî re hate ragihandin.

Mihemedriza Qeyteranî roja Pêncşemî 11ê Tîrmeha îsal di meşa êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala xwe ya malbatî de, bi awayekî hovane û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, biryara binçavkirina vî welatiyê Kurd roja Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an, li yek ji girtîgehên îdareya Îtilaata Urmiyê bo heyama 15 rojan hatibû dirêjkirin. Navbirî di dawiyê de 5ê Tebaxa 2024an bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Mehabadê hatibû berdan.

Mihemedeiza Qeyteranî berê niha jî di meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî” de, li 23ê Îlona 2022an, li meydana Îstiqlal a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî sê mehan bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin