Çar kes li pêwendî digel dosyeya Pexşan Ezîzî bi girtîgehê hatine sizadan

27 September 2024 14:36

Hengaw; Înê 27ê Îlona 2024an

Ezîz Ezîzî, Pirşing Ezîzî û Husên Ebasî, bav, xwîşk û zawayê Pexşan Ezîzî û herwisa welatiyek din ê bi navê Eyûb Enîsî Yêngêce li pêwendî digel dosyeya vê girtiya siyasî ya Kurd ya bi îdamê hatî sizadan, bi girtîgehê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja 22ê Îlona 2024an, Taya 36 a Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Tehranê, sizayê salek girtîgehê bi ser her yek “Ezîz Ezîzî” yê 67 salî, Pirşing Ezîzî” ya 48 salî û Husên Ebasî” yê 48 salî de sepand û herwisa 2 sal girtîgehê yê Eyûb Enîsî Yêngêce jî hatiye pejirandin û bi dawî biryar nasandiye.

Eva di halekê de ye ku di navîna Tîrmeha îsal de, Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer “Îman Efşarî”, her yek ji bav, xwîşk û zawayê Pexşan Ezîzî bi tohmetên “hevkarîkirina tawanbar ji bo dûrketin ji darizandin û sizadanê” bi salek girtîgehê û “Eyûb Ebasî Yêngîce” jî bi tohmeta “pêkanîna komel û lihevkirin bo encamdana tawanan li dijî ewlehiya navxwe” bi 2 sal girtîgehê siza daye.

Kempena “Azadî Ji Bo Pexşan Ezîzî” daye zanîn ku, pejirandina vê sizayê di halekê de ye ku pêka yasayê, tevahiya van kesan di dosyeyekê de hatine sizadan û ev dosyeye ji aliyê parêzeran re hatiye dijberîkirin û bo Dîwana Bilind a welat hatiye şandin.

Roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, Pexşan Ezîzî ya ku bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatiye sizadan û ji salek berî niha ve di girtîgeha Êvînê de ye, bi vekirina dosyayek din li Taya Sêyem a Lêpirsînê ya Dadseraya Êvînê li jêr navê “alozîçêkirin di girtîgehê de” li pêwendî digel lidarxistina hilbijartinên serkomariyê hate sûcdarkirin.

Henagwê berê di raporekê de nivîsîbû ku, ji rêkefta 5ê Tîrmeha 2024an ve û hevdem digel dewra duyem a hilbijartinên çardehemîn dewra serkomariya li Îranê, Pexşan Ezîzî ji her cure mafeke pêwendiya telefonî û heta çavpêketina rûbirû bi malbata xwe re û herwisa parêzerê xwe hatiye bêparkirin.

Pexşan Ezîzî di navîna Tîrmeha îsal de ji aliyê Taya 26 a Dadegah Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî bi tohmeta “bexî” ji rêya “endametî li wan girûpên ku dijî hikûmeta Îslamî şoreşa çekdarane kirine û navenda wan baxî ye” bi sizayê darvekirinê û bi tohmeta endametî li “PJAK”ê bi sizayê 4 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin