Şino; Du sal girtîgeh bi ser Mihemed Resûlpûr de hate sepandin

27 September 2024 21:32

Hengaw; Înê 27ê Îlona 2024an

Mihemed Resûlpûr ê welatiyê Kurd yê 52 salî û xelkê Şinoyê ku destpêka Havîna îsal hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 2 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de “Mihemed Resûlpûr” ê welatiyê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Elî Ensarî” bi tohmetên wek “endam û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” û “piropagende li dijî hikûmetê” bi du sal girtîgehê hate sizadan û ev sizaye bi awayekî fermî jê re hatiye ragihandin.

Mihemed Resûlpûr li demjimêrên destpêkî yên roja Çarşemî 4ê Tîrmeha 2024an, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî li gundê “Kone Qela”yê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî û lêdanê hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de piştî nêzî du hefte binçavkirinê, roja Yekşemî 14ê Tîrmehê bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin