Girtîgeha navendî ya Sine; Raporek derheq rewşa Mehmûd Sadiqî
Hengaw; YekŞemî 29ê Îlona 2024an
Mehmûd Sadiqî, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Kamêranê û birayê hevjîna Heyder Qurbanî yê girtiyê siyasî yê Kurd ku sizayê darvekirina wî li 19ê Kanûna 2021an hate cîbicîkirin; tevî derbaskirina 8 sal ji sizayê girtîgehê, herwisa ji mafên xwe yên sereke hatiye bêparkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd ku 2,905 roj e di girtîgehê de ye û rewşa dosyeya wî bi destêwerdana navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê herwisa nediyar e.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di halekê de ku Mehmûd Sadiqî nêzî 8 sal e ku di girtîgehê de ye, lê ji ber bi qestî yeknegirtina du sizayên girtîgeha navbirî, heya niha mafê wergirtina mirexesiya wî nexuya ye.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mehmûd Sadiqî heya niha çend caran daxwaza veguhestinê bo girtîgeha Kamêranê kiriye, lê her carê berpirsên girtîgehê û saziyên ewlehî dijayetî kirine.
Mehmûd Safiqî, meha Şibata 2020an ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Ev girtiyê siyasî yê Kurd di Cotmeha 2019an de, bi tohmeta "hevkarîkirin li kuştin û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Keyferî ya Yekem a parêzgeha Sinê ve bi 30 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Mehmûd Sadiqî, roja 16ê Cotmeha 2016an, digel hevjînê xwîşka xwe “Heyder Qurbanî” yê girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî, di mala xwe de hatibûne girtin.
Navbirî piştî binçavkirinê heyama sê mehan li girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê di bin zext û givaşên derûnî û fîzîkî de bû û di dawiyê de bo girtîgeha Kamêranê hate veguhestin. Navbirî piştî pênc mehan bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin û niha jî di vê girtîgehê de ye.