Du hevwelatiyên Belûç ku yek ji wan zarok e bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine kuştin

30 September 2024 20:06

Hengaw; Duşemî 30ê Îlona 2024an

Du hevwelatiyên Belûç ên bi navê Feramerz Şehnewazî yê xelkê Xaşê û Mihemed Sasûlî yê nûciwanê 16 salî û xelkê Hîrmenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Îlona 2024an, Feremer Şahnewazî yê 23 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Azadabad" yê ser bi bajarê Xaşê, bi gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hate kuştin.

Hevdem, Mihemed Sasûlî yê temen 16 salî û rûniştiyê gundê Sasûlî yê ser bi bajarê Hîrmendê, piştî 9 rojan bi sedema kûrahiya birînên xwe di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya malpera "Halweşê", hêzên Întizamî yên binkeya 119 a navçeya Rotek a ser bi bajarê Xaşê, di boseyekê de bi bê agehdarkirinê, trombêla Feramerz Şehnewazî dane ber gulleyan û di encamê de ev hevwlatiyê Belûç hatiye kuştin.

Van hêzan cihê bûyerê bi cih hêlane û piştî çend demjimêran vegeriyane cihê bûyerê û pûkeyên gulleyên xwe kom kirine û bi xwe re birine.

Li gorî vê raporê, Mihemed Sasûlî roja Şemî 21ê Îlonê, li dema serdana zeviyên çandiniyê yên bavê xwe li nêzîkî dîwarê sînorî, ji aliyê Hêzên Sînorî ve hatibû gullebarankirin û bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin