Mehabad; hejmara girtiyan li Mehabadê giha bi bo 4 kesan

04 September 2024 11:23

Hengaw; Çarşemî 4ê Îlona 2024an


Bi binçavkirina welatiyê ciwan li Mehabadê yê bi navê Adil Kake ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, hejmara kesên ku li bajarê Mehabadê hatine binçavkirin giha bi 4 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 3ê Îlona 2024an, Adil Kake yê xelkê gundê "Dostalî" ê ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Adil Kake piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî ve li mala xwe ya malbetî hatiye girtinê bo cîhekî nexuya hatiye veguhastin

Herwisa Umîd Ehmednijad ê 35 salî û hunermendê xelkê Mehabadê bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser gundê “Qecî Ava” yê ser bi Mehabadê li mala xwe hate girtin

Herwiha Ramiyar Ebûbekrî yê 16 salî û ji endamê malbatên dadxwaz ên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatî sepandin û qedera navbirî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin