Merîwan; Îbrahîm Xîşkar bi 18 meh girtîgehê hate sizadan

01 October 2024 11:39

Hengaw; Sêşemî 1ê Cotmeha 2024an

Îbrahîm Xîşkar, welatiyê Kurd ê xelkê Sewlavayê û rûniştiyê bajarê Merîwanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî salek û şeş meh sizayê girîgehê bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Îbrahîm Xîşkar ê xelkê gundê "Del" ê ser bi Sewlavayê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta "hevkarîkirin digel partiyeke Kurdistanî ya opozîsyona hikûmetê" bi salek girtîgeha ragirtî û bi 6 meh girtîgeha (te`izîrî) hate sizadan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, sizayê navbirî di heyama rojên borî de piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreş a Merîwanê pê re hatiye ragihandin û di nava 20 rojan de dikare li dijî vê sizayê îtirazê bike.

Hêjayî gotinê ye ku, Îbrahîm Xîşkar roja Pêncşemî 23ê Gulanê, li şeqameke bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Îbrahîm Xîşkar piştî mehek ji binçavkirinê di dawiyê de li dawiya meha Hezîrana îsal bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin