Sine; Girtina û nexuyabûna çarenivîsa Wurya Nizamî yê peresdarê xelkê Dîwanderê

06 October 2024 13:20

Hengaw; Yekşemî 6ê Cotmeha 2024an

Wurya Nizamî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Dîwanderê, peresdar û rûniştiyê bajarê Sinê, 5 roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û ti zanyariyek dereq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an, Wurya Nizamî yê peresdarê kilînîka birînan li bajarê Sinê, temen 31 salî û xelkê bajarê Dîwanderê û rûniştiyê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî di mala xwe de hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û tevî derbasbûna 5 roj ji binçavkirinê ti zanyariyek derheq qedera navbirî li ber dest nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Wurya Nizamî yê peresdarê kilînîka birînan li Sinê, di mala xwe de û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin