Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina jineke qurbaniya zarokzewacê li girtîgeha Eherê

06 October 2024 20:30


Hengaw; Yekşemî 6ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina jineke girtî ya bi navê “Exter Qurbanlû”, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Ehera Tewrêzê hate cîbicîkirin. Ev jine ku ji qurbaniyên zarokzewacê bû, bi tohmeta kuştina bi qest ya hevjînê xwe hatibû girtin û bi sizayê darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 1ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina “Exter Qurbanlû”, jina qurbaniya zarokzewacê û zewaca bi zorê bi tohmeta kuştina bi qest a hevjînê xwe, li girtîgeha navendî ya Eherê ya ser bi parêzgeha Tewrêzê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev jina girtî ya 17 salî bi zora malbata xwe bi kesekê re zewicîbû ku 18 salan ji wê mezintir bû. Navbirî di dawiyê de bi tohmeta kuştina bi qest ya hevjînê xwe bi rêya “xwarina heban” re, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vê girtiyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Diyardeya zewaca zarokan di Îranê de bûye jiyaneke yasayî ya rojane ku ji aliyê navendên propagende yên Komara Îslamî ya Îranê ve ber bi pêş ve diçe, ku her cure pêwendiyek seksî û evîndarî di navbera mezinan û zarokan de li welatên demokrat û pêka pîvanên mafê mirovî bi tawanek mezin tê hesibandin û rastî sizayek giran tên. Pêka yasaya guhdarîkirin ya şerîeta pêwendîdar bi malbatê, dayîna xizmetên zayendî ji mêr re wekî yek ji erkên jinan tê naskirin. Eva tê vê watayê ku destdirêjiya li ser jinan û zarokan li çarçoveya “zewaca şerîetê” di Îranê de li jêr desthilata Komara Îslamî ya Îranê yasayî ye û bo vê yekê propagendeyê jî dikin.


Di vî warî de zêde bixwînin