Metirsiyên micid li ser çalakvanên Îlamê hevdem digel aloziyên hikûmetê li navçeyê

07 October 2024 12:32

Hengaw; Duşemî 7ê Cotmeha 2024an

Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hevdem digel zêdebûna aloziyên navçeyî, hejmarek berçav ji çalak û çalakvanên medenî yên parêzgeha Îlamê rastî gefan anîne û derbarê her cure çalakiyekê di vê heyamê de hişdarî dane wan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê êrîşî ser mala hejmarek ji çalakvanên sivîl, çandî û jîngehparêzî li parêzgeha Îlamê kirine û zêdetirî 20 kes jî hatine gazîkirin û rastî lêpêçînan hatine.

Pêka gotina çavkaniyên agehdar, hin ji wan çalakvanan ku berî niha girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bûne, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve derbarê her cure çalakiyekê di nav torên civakî de rastî gefan hatine 

Van çavkaniyan daye zanîn ku, ev gifaşane zêdetir li bajarên parêzgeha Îlamê bi taybetî du bajarên Dêluran û Avdananê di heyama hefteya borî de bi awayekî berçav zêde bûye.

Bi gotina hinek ji wan çalakvanan, kiryarên wiha hevdem digel aloziyên Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilata Navîn, nîşana tirsa cidî ya hikûmetê ji egera serhildan û xwenîşandanên girseyî yên li dijî şerxwaziya hikûmetê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin