Ayhan Îbrahîmî Elîkanî yê welatiyê Kurd ê xelkê Urmiyê bi girtîgehê hate sizadan

07 October 2024 21:21

Hengaw; Duşemî 7ê Cotmeha 2024an

Ayhan Îbrahîmî Elîkanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê û xwendekarê beşa peresdarî li zanîngeha zanistên pizîşkî ya Gîlanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapoar ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li navîna Îlona 2024an, Ayhan Îbrahîmî Elîkanî yê 28 salî ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Urmiyê ve bi serokatiya “Berzekar û Necefzade” bi tohmeta “endametî li girûpên dijberê Komara Îslamî ya Îranê” bi 6 sal girtîgehê digel hesabkirina heyama binçavkirinê hate sizadan.

Pêka belgên ku ketine destê Hengawê, Ayhan Îbrahîmî Elîkanî bi bikaranîna heştega “Jin Jiyan Azadî”, û endametî li girûpa bi navê “Navenda Çekdarî ya Gel" hatiye tohmetbarkirin ku ti belgeyek li ser çalakî û heta hebûna wê navendê li ber dest nîne.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê gef li malbata vî welatiyê Kurd xwarine ku xwe ji medyayîkirina girtin û dadgehîkirina kurê xwe dûr bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Ayhan Îbrahîmî Elîkanî, demjimêr 3ê sibêdeha roja Duşemî 8ê Tîrmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya malbatî li bajarê Urmiyê bi çêkirina rewşeke tirsinak hatibû girtin. Nûçeya girtina vî welatiyê Kurd heta niha nehatibû medyayîkirin.

Ayhan Îbrahîmî Elîkanî piştî 10 roj binçavkirinê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo benda ewlehî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de bi danîna barimteya du milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin