Sînorê Pîranşarê; Kolberek bi lêdana derbên qûntaxa tifengê li serê wî canê xwe ji dest da

08 October 2024 12:09

Hengaw; Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê Husên Kemalniya di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorî yên vî bajarî (navçya sînorî ya Dilavan) ji ber lêdan û kutanê û derbên qûntaxa çeka kilaşînkofê li serê wî, ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin û kesek din ê bi navê Ferdîn Qelaş bi teqeya rasterast a van hêzan bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 7ê Cotmeha 2024an, kolberek bi navê Husên Kemalniya yê temen 38 salî di halekê de ku bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ji aliyê lingê xwe ve hatibû birîndarkirin, ji aliyê piledarekî hêzên leşkerî ve bi tundî rastî lêdan û kutanê hat û bi lêdana derbên qûntaxa çeka kilaşînkofê li serê wî bi giranî hate birîndarkirin û çend demjimêrek piştî veguhastin bo nexweşxaneyê ji ber xwînrêjiyê canê xwe ji dest da.

Hengaw agehdar bûye ku, Husên Kemalniya yê xelkê gundê "Endîze" ku bi tinê serperestê malbata xwe bûye û debara jiyana dayîka xwe ya pîr ku nexweşiya şekirê heye û herdu çavên xwe ji dest dane, dida.

Herwiha kolberekî din ê bi navê Ferdîn Qelaş bi teqeya rasterast a van hêzan bi dijwarî hate birîndarkirin û ji ber kûrahiya birînên xwe ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên Urmiyê hate veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin