Urmiye; Şehram Hatemî, çalakvanê medenî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

01 October 2024 19:08

Hengaw; Sêşemî 1ê Cotmeha 2024an

Şehram Hatemî, çalakvanê medenî yê Kurd ê xelkê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Îlona 2024an, Şehram Hatemî yê çalakvanê sivîl yê xelkê Urmiyê li meşa êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wan û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî di dema binçavkirina vî welatiyê Kurd de dest danîne ser kelûpelên şexsî yên navbirî yên wekî telefon û leptopa wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin