Girtina du dersxwanên Belûç li Raskê

08 October 2024 17:09

Hengaw; Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an

Du dersxwanên 17 salî yên Belûç yên bi navên “Ednan Notekzehî û Emîrhusên Derefşê” li bajarê Raskê yê ser bi Sîstan û Belûçistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komra Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an, hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran bi êrîşkirin bo ser dibistana “Elame Tebatebayî” ya gundê Fîrûzabad yê ser bi bajarê Raskê, du dersxwanên 17 salî yên bi navên “Ednan Notekzehî û Emîrhusên Derefşê” binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Halweş ku nûçeyên Belûçistanê diweşîne di vê derbarê de nivîsiye: “Hêzên Îtilaata Spahê demjimêr 9ê sibêdehê êrîşî vê dibistanê kirine û ew herdu nûciwan ji ber çalakiyên wan di nav torên civakî de binçav kirine”.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji çarenivîs û cihê ragirtina van du nûciwanên Belûç li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin