Girtîgeha navendî ya Urmiyê; Kamran Qasimî û Keywan Reşozade bi awayekî mercdar hatine berdan

09 October 2024 10:52

Hengaw; Çarşemî 8ê Cotmeha 2024an

Keywan Reşozade û Kamran Qasimî, du girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê Urmiyê piştî derbaskirina 5 sal girtîgehê bi bê wergirtina mafê mirexesiyê, di dawiyê de bi awayekî mercdar ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 5ê Cotmeha 2024an, Kamran Qasimî û Keywan Reşozade, du girtiyên siyasî û hevdosye yên xelkê Urmiyê piştî derbaskirina 5 sal girtîgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Kamran Qasimî ji roja Çarşemî 25ê Îlonê bi nîşaneya nerazîbûnê li derheq rewşa xwe ya di girtîgehê de û zextên îdareya Îtilaatê û herwiha dijayetiya berpirsên girtîgehê bo wergirtina mirexesiyê, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Gireva Kamran Qasimî ji ber kiryarên berê yên bi vî rengî û lawazbûna rewşa laşî ya wî, demûdest bandor li ser tendirustiya wî danî û her piştî azadkirinê zû bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û tê dermankirin.

Berî niha jî Keywan Reşozade, girtiyê siyasî yê dinê, roja Şemî 27ê Nîsana îsal ji bo heyamekê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û ji ber vê yekê ji aliyê hêzên girtîgehê ve rastî lêdan û kutanê hatibû û ji bo heyamekê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Lêdana û îşkencekirina Keywan Reşozade ji aliyê hêzên girtîgehê ve bi awayekî dijwar bûye ku dayîka vî girtiyê siyasî bi belavkirina peyameke vîdyoyî tevî ku nîgeraniya xwe anîbû ziman daxwaza pêragihîştin bi rewşa wî kiribû.

Berî wê çendê, Kamran Qasimî jî, roja Sêşemî 5ê Adara 2024an, bi nîşaneya nerizayetiyê li hember astengî û rêgirîkirin ji wergirtina azadiya mercdar û mirexesiyê, bo heyama du hefteyan dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Keywan Reşozade, roja Duşemî 13ê Hezîrana 2022an jî, ji ber ku berpirsên girtîgehê rê nedabûne wî ku mirexesiyê werbigire, bi nîşaneya nerazîbûnê bi dirûna lêvên xwe dest avêtibû bi gireva birçîbûnê. 

Keywan Reşozade û Kamran Qasimî di roja 8ê Cotmeha 2019an de, digel 3 welatiyên din ên bi navên Umîd Seyîdî, Ebdulezîz Mihemedpûr û Nayîb Hacîpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve li Urmiyê hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên van 5 welatiyên siyasî di meha Kanûna 2020an de, li Taya  Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya Dadwer "Şêxlû" bi rê ve çû û ev 5 welatiyane bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya netewî ji rêya endamtî li Partiya Komele ya Kurdistana Îranê her yek ji wan bi 10 sal û rojek girtîgehê hatine sizadan.

Sizayê wan girtiyane di dawiyê de bi cîbicîkirina madeya 442 a yasaya Dadgehîkirina Tawanan, bi 7 sal û 6 meh girtîgehê hate kêmkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin