Şino; Îdrîs Karsaz bi sê sal girtîgehê hate sizadan

09 October 2024 13:19

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Îdrîs Karsaz, welatiyê Kurd û xelkê Şinoyê ku berî niha hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Îdrîs Karsaz ê welatiyê temen 47 salî û xelkê Şinoyê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "endam û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" sê sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û ev sizaye bi awayekî fermî jê re hatiye ragihandin.

Îdrîs Karsaz, roja Çarşemî 3ê Tîrmehê li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala van bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî di dawiyê de bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Îdrîs Karsaz li heyama 42 roj binçavkirin di girtîgeha Urmiyê de ji mafê pêwendîgirtin û mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure zanyariyek derheq qeder û rewşa vî welatiyê Kurd bi malbata navbirî re dûr girtibûn. Navbirî piştre bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhastin û bo heyama 5 rojan jî di vê girtîgehê de mabû.


Di vî warî de zêde bixwînin