Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Hemedanê

09 October 2024 13:29

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 20242an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Eşkan Yarî, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 5ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Eşkan Yarî yê xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd çar sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. 
 
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin